21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
ANKARA
Di operasyona hewayî ya ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) birin ser Qendîl, Sînat û Haftanîna herêmên bakurê Iraqê û çoltera Liceya navçeya Diyarbekirê da 16 derên terorîstan hatin îmhakirin.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî da û diyar kir ku balafirên şer ên TSKê duh êvarê di saet 22.00-22.58an da operasyon birin ser Qendîl, Sînat û Haftanîna herêmên bakurê Iraqê.
Di wê operasyonê da bi tevahî 5 baregeh, kozik û cebilxaneyên terorîstan hatin îmhakirin û ji bo tespîtkirina zirar û ziyanan jî xebat didomin.
Ji hêla din va TSKê îstixbarateke ku hat nirxand û balafirên şer di saet navbera 21.00-21.40î da operasyon birin ser çoltera Liceya navçeya Diyarbekirê û 11 stargeh, baregeh, kozik û cebilxaneyên terorîstan bombekirin.