11 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2016
ADANA
Li Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 17 kes bi hinceta piştgirîdayîna rêxistinê hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê rêva dibe da operasyon birin ser esnaf û xebatkarên ku tê gotin alîkariya madî didin rêxistinê.
Ekîb li 21 navnîşanên ku tesbît kirin geriyan û di lêgerînê da 17 şikbarên ku di nav wan da keçikek û bavê wê jî hene binçav kirin.
Şikbar li Yekeya Tipa Edlî ya Edeneyê ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û karûbarên wan ên li ewlekariyê dewam dike.