Abdullah Tel
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
ADANA
Li Sariçam a navçeya Edeneyê avê ji ser cohê ra avêt û gelek wesayît mehsûr man.
Coha avê ya aîdê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ye li Bulvara Yeşîl a Taxa Balcaliyê ji ber sedemeke hê jî nayê zanîn bi ser da avêt.
Ava cohê di bin pireya otobanê da kom bû û gelek wesayît di navê da mehsûr man.
Hin welatiyan bi hewl û xebatên xwe wesayît tehn dan û ji nav avê derxistin. Wesayîtên mayî jî bi alîkariya ekîbên agirkujiyê va ji nav avê hatin derxistin.
Ekîbên trafîkê rê ji ber ava berhevbûyî ji çûn û hatinê ra girtin.