Önder Beyter
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 17 Tebax 2018
ANKARA
Tê texmînkirin ku sibê dê li tevahiya Tirkiyeyê germahiya hewayê 1 an jî 3 pile zêde be.
Li gorî texmînên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku aliyê rojhilatê bakurê Tirkiyeyê sibê dê kêm ewrayî, bere bere pir ewrayî be û herwiha ciyên mayîn jî dê sayî û nîv sayî be.
Li tevahiya Tirkiyeyê germahiya hewayê dê 1 an jî 3 pile zêde be.
Ba wê bi piranî ji aliyê bakur û rojhilatê bakur, li qeraxên Behra Spî ya Rojhilat û Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji aliyê rojava û başûrê rojava nerm û car carî jî bi hêz were.
Tê pêşbînîkirin ku li rojhilatê bakurê Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewa wê perçe ewrayî, ciyên mayîn jî kêm ewrayî û sayî be.
Pêşbîniya wê yekê nayê kirin ku li behran bahoz rabe.