15 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
ADANA
Li Edeneyê di operasyona dijî PKK/KCKya terorê da 12 şikbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li dijî kesên ku tê îdiakirin endamên rêxistina terorê ne, tevlî çalakiyên bêdestûr bûne ber destê sibê operasyona hemdem da destpêkirin.
Di çarçoveya operasyona ku polêsên tevgera taybet jî piştgirî danê da avêtin ser 15 navnîşanên ku berê hatibûn tesbîtkirin.
Deriyê van navnîşanan bi lom va hatin şikênaştin û ekîban 12 kes binçav kirin.
Kesên şikbar li Yekeya Tipa Edlî ya Edeneyê ji kontrola tenduristiyê ra hatin derbaskirin û birin Midûriyeta Ewlekariya Bajêr.