Ferizat Kaya
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
GAZÎANTEP
Li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya yekemîn a Gazîentebê, di febrîqeyeke ta de şewat derket. Şewat piştî 15 saetan bi tevahî hat vemirandin.
Di xebatên vemirandina şewata febrîqeya li OSByê da 110 personelên Serokatiya Daîreya Agirkujiyê yê Şaredariya Mezin a Gazîentebê bi 50 wesayîtan wezîfe kir.
Ekîb ji bo şewat bê vemirandin 15 saetan bênavber xebitîn. Şewat piştî 15 saetan hat vemirandin û xebatên sarkirinê didomin.
Li OSBya yekemîn a Gazîententebê duh êvarê di depoya elyaf û pembo ya febrîqeya ta de şewat derket. Li ser îxbarê ekîbên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Di xebatên vemirandinê da 4 wezîfedarên agirkujiyê û karkerekî febrîqeyê ji dû jehrî bûn. Kesên jehrîbûn sewqî nexeşxaneyan kirin. Ji bo tevdîrê avahiyên derûdora febrîqeyê hatin valakirin. Her wiha hatibû îdiakirin ku xwediyê febrîqeyê li cihê bûyerê bû. Di lêgerînan da tu kes nehat dîtin.