16 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2016
VAN
Endamê Meclisa Şaredariya Erdîşê û Mixtarê taxa Latîfiyeyê Mehmet Şerîf Dogu rastî êrîşa biçek ya terorîstên PKKyî hat û mir.
Li gor agahiya ku hat hildan, Wezareta Karên Navxweyî bi Biryarnameya ku di Hukmê Qanûnê da ye va Doguyê mixtarê taxa Latîfiyeyê ji bo Endamtiya Meclisa Şarderiya Erdîşê wezîfedar kiribû. Dogu li ber mala xwe rastî êrîşa terorîstên ku serûçavên wan pêçayî bûne hat.
Dogu li cihê bûyerê mir. Ekîbên Midûriya Emniyeta Navçeyê ji bo girtina terorîstên ku revîn operasyon da destpêkirin.
Lêpirsîn dewam dike.