14 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2015
Şaredara Erdîşê Dîba Keskîn û Hevseroka Navçeyê ya HDPyê Seval Çadirci hatin girtin.
Li Erdîşê di daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji bo berteknîşandana êrîşa terorê ya li Enqereyê de "xwebirêvebirina qaşo" hat îlankirin û li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya navçeyê lêpirsîn da destpêkirin. Keskîn, Çadirci û endama meclisa şaredariyê Guler Avciya ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin, piştî miameleyên wan ên li ewlehiyê derxistin dadgehê.
Dozgerê komarê jêpirsîna Keskîn, Çadirci û Avciyê kir û pişt re ew bi daxwaza girtinê sewqî dageha nobedar kirin.
Dadgehê ji gumanbaran Keskîn û Çadirciyê ji ber sûcê "xirakirina yekîtî û bihevrebûna welêt" girtin. Gumanbara din Avci bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.