Piştî ku navê rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarê kurd Celadet Elî Bedirxan dan bûlwarê, tabelayên bi kurdî û tirkî hatin daliqandin.
Şaredara Erdîşê Dîba Keskînê daxuyanî da rojnamegeran û got ku hîmê dîroka zimanê kurdî Bedirxan avêt û wiha pê de çû:
"Erdîş di dîrokê de cara ewil e ku vedigere li ser navekî kevneşopa xwe û wî navî bi kar tîne. Ji bo me û meclisa şaredariyê ev nav navekî bi rûmet e ku me li vê bûlwarê kir. Navê Serokwezîr li her derê Tirkiyeyê heye. Hê zêdetir jî heye. Serokwezîr lîderekî Tirkiyeyê ye. Divê li vê derê navekî kurd, li wê derê navekî çerkez, li cihekî din navekî laz, ereb, faris teqez hebe."