Abdullah Tel
14 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
HATAY
Li Reyhanliya navçeya Hatayê ji ber barana ku zêde barî av li gelek mal û dikanan qelibî.
Barana zêde tesîreke neyînî li ser jiyana rojane kir û mal û dikanên li gelek taxan di bin avê da man.
Şaredarê Reyhanliyê Mehmet Çuter ewilî tevlî xebatên lêkolînê bû û paşê jî daxuyanî da û got ku xebatên tespîtkirina zirar û ziyanê dewam dikin û wiha pê da çû: "Ji ber baranê av bi qasî 200 mal û dikanî qelibî. Xebatên me yên ji bo tespîtkirina xesarê dewam dikin. Ekîbên AFADê ji bo piştevaniyê tên. Me ji hemû navçeyan piştgirî xwest. haya Walîtiyê pê xist. Ji bo ku di demeke kurt da birînan bipêçin hewl didin."
Welatiyên li navçeyê jî ragihandin ku ji ber barana nişka va dest pê kir ew bê çare man û di hin rêyan da çal çêbûn.