09 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
HEKARÎ
Li Hekariyê 5 terorîstên ku bi firokeya bê mirov hatin tespîtkirin, bi operasyona esmanî hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya walîtiyê li başûrê Çiyayên Bûzûl a navend, Girê Berkay û başûrê Çayirliya navçeya Çûkûrcayê, herêma Girê Zar, 5 endamên rêxistina terorê bi firokeya bêmirov hatin tespîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku terorîst bi operasyona esmanî hatin berterefkirin.
Di hemleya asîmanî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ya li herêma Zapa li bakurê Iraqê û dewrûbera Yuksekovaya Hekariyê li dijî terorîstên ku amadekarî dikirin, êrîşê bibin ser qereqol û baregehên serdest ên li hidûd da 5 terorîst hatin berterefkirin.