İbrahim Atmaca
09 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
ERZURUM
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê germa hewayê li gor demsalê ye. Hewa wê pir ewrayî be. Li Erzincanê ji nîvro pê va, êvarê jî li giştiyê herêmê baraneke gur tê payîn.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Tunceliyê 8, li Erzincanê 7, li Îdirê 6, li Erzirom û Agiriyê 2, li Qers û Erdexanê di bin sifrê da pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde wê li Îdirê 24, li Tunceliyê 23, li Erzincanê 22, li Agiriyê 20, li Qersê 19, li Erzirom û Erdexanê jî 18 pile be.