19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
HAKKARİ
Li Hekariyê operasyon birin ser sitargehên terorîstên PKKyî yên hatin tesbîtkirin, di operasyonê da gelek amûrên jiyanê hatin girtin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku wezifedarên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr xebatên ji bo pêşîlêbirîn û deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKya rêxistina cihêkar didomîne.
Di daxyaniyê da wiha hat gotin:
"Di teqîbata li çil û çiyayên Oxulkoyî ya li ser navenda bajêr da 500 lître mazit, 2 tupên mezin, tupekê piçûk, 9 tupên boş, 20 jelîkan, ocaxa ceyranê, sobeya xazê, 10 xazên hesteyan, 16 ampul, 20 metre têlê baxçeyan, 30 betanî, 2 tulumên xewê, 25 qeremêtre xalîçe, 1000 qeremêtre branda, 30 sabun, 10 cot sol, 6 cot solên naylon, 4 xîlik, 150 kîlo nîskên sor, 30 kîlo nîskên reş, 100 kîlo çaya qaçax, 150 kîlo şekir, 50 kîlo salçe, 150 kîlo nok, 150 kîlo fasulye, 100 kîlo deterjan, 15 kîlo xoyê, 1000 pakêt cixareya qaçax û gelek amûrên din hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku amûrên hatin dîtin li gor rê û rêgezan hatin îmhekirin û tehqîqata li ser bûyerê hê dewam dike.