19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
ŞIRNAK
Li Uludereya navçeya Şirnexê 5 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, li navçeya Uludereyê li devera çiyayî ya herêma Andaçê bi Wesayîta Esmanî ya Bêmirov va çavdêrî hat kirin û terorîstên mensûbê PKKê ku amadehiya êrîşê dikirin, hatin tesbîtkirin.
Li herêmê operasyona esmanî hat kirin û 5 terorîst bi çekên wan va hatin berterefkirin, hat gotin ku yekîneyên komandoyê sewqî herêmê kirin.
Operasyona ku hêzên ewlehiyê li herêmê da destpêkirin dewam dike.