02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê di navbera hezên ewlehiyê û endamên PKKya rêxistina terorê da pevçûn derket û di pevçûnê da 2 leşker û 2 gundparêz şehîd ketin û 4 endamên rêxistinê jî hatin berterefkirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li dorbera Derecika beldeya navçeyê di navbera endamên PKKyê yên xwestin ji Iraqê derbasî welêt bibin û hêzên ewlehiyê da pevçûn derket.
Hat destnîşankirin di pevçûnê da 2 leşker û 2 gundparêz şehîd ketin û 4 endamên rêxistinê jî hatin berterefkirin.
Li gor agahiyan li herêmê operasyon dewam dike.