Sevim Hatun
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
ADANA
Li Edeneyê kesê ku di şerê çekdarî de birîndar bibû, mir.
Li kuçeya 4006an ya Taxa Akincilara ser navçeya Yuregirê, di navbera Fikrî Durmaz (30) û kesên ku hê nasnameya wan nehatine tespîtkirin de nîqaş derket. Şer gur bû û kesekî demaçeya xwe derxist û gule berdan. Dûrmaz di şer de ji dil û pişta xwe birîndar bû.
Kesên derdorê Dûrmaz bi otomobîlê gihandin nexweşxaneyek taybet, ji vir sewqî Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê kirin, li wir digel hemî mudaxeleyan mir.
Ekîbên polêsan li ciyê bûyerê lêkolîn kirin, di encamê de 5 kovanên guleyan dîtin. Piştî bûyerê Hasan Dûrmazê bavê Dûrmaz hat ciyê bûyerê.
Ji bo qefaltina kesên tevlî bûyerê bûn xebat dan destpêkirin.