24 Hezîran 2016•Rojanekirin: 25 Hezîran 2016
HAKKARÎ / MARDÎN
Li Hekariyê di êrîşa terorî da 4 esker cangorî bûn.
Li gor agahiyên ji hêzên ewlehiyê hatin hildan teqemeniya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê li nêzî Çîmenliya gundê ser navenda Hekariyê ye bi cih kiribû dema hêzên ewlehiyê ji wir re derbas dibûn hat teqandin.
Di êrîşê da 4 esker li cihê bûyerê şehît ketin.
Li herêmê operasyona dijî terorîstan bi piştgiriya hewayî didome.
Li Dêrika navçeya Mêrdînê di şer da 2 esker şehît ketin.
Li gor agahiyên hat hildan hêzên ewlehiyê li Dêrika navçeya Mêrdînê operasyon li dar xistin û girtin ser malekê lê endamên PKKya rêxistina terorê ji hundirê malê gule ber dan, ji ber vê jî şer derket û 2 esker li cihê bûyerê cangorî bûn.
Li herêmê operasyon didomin.