23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 25 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Esnafên ku li ser Kolana Gazî, Xana Hesen Paşa û Balixçilarbaşiya Sûra navçeya Diyarbekirê ne piştî bi dawîbûna operasyonan va hêvî dikin ku kar û barên wan wek rojên berê dîsa geş bibe û xwezî bi wan rojan tînin.
Faysal Çelîkê li ser Kolana Gaziyê esnafe destnîşan kir ku ji ber bûyerên terorî demeke dirêj dikana xwe venekir û wiha pê da çû: "Niha rewş hêdî hêdî baş dibe. Înşeallah Diyarbekir ji rojên xwe yên berê xweşiktir bibe. Bila welatiyên me kirîn û firotinê zêdetir li vê derê bikin. Em naxwazin ku tu kes zirarê bide hizûr û aramiya Diyarbekirê.
Ji esnafan Alî Karahan jî got ku piştî operasyonan welatî êdî bi rihetî dikarin werin alvêrê bikin.
Saît Ozkanê ku di Xana Hesen Paşa da esnafe jî got: "Karê me hêdî hêdî ber bi başiyê va diçe, turist jî wê hêdî hêdî berê xwe bidin vir. Niha li Sûrê hizûr heye. Miletê me ji xwe ra bi dilrihetî digere û danûstandinê dike."