Abdullah Tel
28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Li Herêma Marmarayê tê payîn ku digel gurîniya ewran baran bibare
Li gor agahiyên li ser malpera înternetê ya Midûriyeta Herêma 1emîn a Meteorolojiyê hatin parvekirin li herêmê germahiya hewayê wê di asta germahiya demsalê da be.
Hewa wê bi ewr be û li herêmê car caran baran wê bibare ewr bikin gurînî.
Tesîra baranê wê bi taybetî jî li Edîrne û Kirklareliyê zêde be û ji welatiyan hat xwestin ku li hemberî lehî, brûsk, teyrok û bayê şid bi tevdîr bin.