28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
HATAY
Li herêma Efrîna ya ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat paqijkirin, personelên Wezareta Tenduristiyê li nexweşxane, ocaxa tenduristiyê û wesayîta mobîl va di 7 rojên hefteyê da 24 saetan wezifeyê dikin.
Xebatên ji bo ku li Efrînê jiyan vegere halê normal tên kirin di kordinasyona Walîtiya Hatayê da dewam dikin.
Piştî ku Efrîn û dorberê wê ji terorê hatin paqijkirin walîtiyê dest bi xebatan kir û pêşiyê xizmeta tenduristiyê da destpêkirin.
Ji bo ku hewcedariya bi tenduristiyê were dîtin pêşiyê nexweşxane û ocaxên tenduristiyê hatin tesbîtkirin, rewşa avahiyan hat saxlemkirin û cîhaz lê hatin bicîkirin.
Di çarçoveya xebatan da nexweşxaneya li navenda Efrînê, ocaxên tenduristiyê yên li Cinderes û Bulbulê dest bi xizmetê kirin. Xêncî van wesayîtên mobîl ên tenduristiyê bi doxtor û hemşîreyan bi pergal li hemû gundan digerin û şifayê belav dikin.
Hat ragihandin ku li Racu, Şêx Hedîd, Mabatlî, Şeran û Kefer Sehrayê jî xebatên avakirina ocaxên tenduristiyê dewam dikin, 10 personelên welatiyê Sûriyeyê jî piştgiriyê didin xebatan.
- Birînên gelê Efrînê tên pêçan
Li gor daneyên ji Walîtiya Hatayê hatin sitandin, li yekeyên ji serê nîsanê vir da hatin avakirin 68 personelên ji Tirkiyeyê dixebitin, 17 hezar û 236 kes hatin kontrolkirin, 2 hezar û 288 kes hatin aşîkirin.
297 kesên birîna wan kur bûn sewqî Tikriyeyê kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Efrînê 4 makîneyên diyalîzê xizmetê didin, ji wê çaxê hetanî nika li nexweşxaneyê 42 zarok hatin dinyayê.
Wekî mayîn hat destnîşankirin ku ji bo kapasîteya Nexweîxaneya Efrînê zêde bikin xebat dewam dikin, di demeke kin da hejmara nivînan ew ê bigihîje 100î.