Haydar Şahin
20 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê te texmînkirin ku di nav rojê da herî zêde li Tunceliyê hewa germ bibe û derkeve 32 pileyan.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li bendê ne ku li herêmê germahiya hewayê li gor ya demsalê be.
Tê texmînkirin ku şebeqê hewaya herêmê yê ewrsayî û sayî be û ba ji aliyên bakur û rojavayê bakur ra be.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê 2, li Qersê 4, li Erziromê 7, li Agiriyê 9, li Erzincanê 12, li Îdirê 13, li Tunceliyê 17 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 32, li Erzincanê 29, li Îdirê 28, li Agiriyê 26, li Erziromê 24, li Qersê 23 û li Erdexanê jî 21 pile be.