İbrahim Atmaca
20 Îlon 2018•Rojanekirin: 21 Îlon 2018
SAMSUN
Li Vezîrkopruya navçeya Samsunê li gundê Kizilkeseyê agir bi malekê ket û pekiya malên din jî.
Li gor agahiya ku hat hildan, li gor texmînê agir li maleke darîn a yekqatî ji sobeyê pekiyaye û bi malê ketiye û pekiyaye malên kêlekê û trafoya ceyranê.
Di şewatê da çar mal şewitîn û gundî midaxale dikin. Ji bo temirandina agir gelek ekîbên îtfaiyeyê şandin gund.
Mixtarê Kizilkeseyê Ramazan Karataş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku agirê ku ji sobê pekiya bi malên darîn ket û gur bû. Karataş got ku tirsa me ew e ku bipeke malên din jî.
Şaredarê Vezîrkopruyê Îbrahîm Sadik Edîs jî got ku gund dûrî navçeyê ye û ji ber ku çûyîn hatin jî zehmet e ekîbên îtfaiyeyê hê negihiştine gund û wan ji navçeyên der û dorê jî alîkarî xwest.