İbrahim Atmaca
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
NEVŞEHÎR
Kapadokya bi kevirê cinan, kevirên siruştî, bajarên binerd, dêrên dîrokî yên ku di qefa zinaran da hatiye çêkirin û otelên şikeft va ji navendên tûrîzmê yên herî girîn ê Tirkiyeyê ye.
Tûrîstên ku li Kapadokyayê digerin ber bi êvarê li ser girên bilind roj ava tavê temaşe dikin.
Tûrîst serê sibê heta êvarê li qadên dîrokî û çandî yên herêma ku bûye wargeha gelek medeniyetan digerin, bi otobêsên tûrê diçin newala Kizilçukura li bajaroka Ortahîsar û texma Paşabagiyê. Hinek jî bi wesayîtên ATVyê diçin geliyê Gulludereya li bajaroka Goremeyê û li wan deran heta ku diçe ava tavê temaşe dikin û wêneyan dikşînin.
Kapadokya di "Lîsteya Mîrata Dinyayê" ya UNESCOyê da ye. Her roj bi sedan tûrîstên biyanî li Kapadokyayê ne û heta ku diçe ava tavê temaşe dikin.
Kesên ku dixwazin wêneyên dewata xwe jî bikşînin, diçin herêmê.
Serokê Komeleya Rêberên Tûrîstan ên Profesyonel a Nevşehirê Murat Dînç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, tûrîstên ku li navnedên dîrokî û çandî yên herêmê ziyaret dikin, ber bi êvarê roj ava heta ku diçe ava tavê temaşe dikin û li herêmê qerebalixî çêdibe.