30 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
ŞIRNAK
Li Uludereya navçeya Şirnexê terorîstên PKKyî êrîşî Herêma Kanîmasiyê ku li ser sînorê Bakurê Iraqê ye, kir û eskerek şehît bû.
Li gor agahiya ku hat hildan, grûbek terorîst ber bi êvarê bi çekên lûledirêj va êrîşî Herêma Kanîmasiyê ku li ser sînorê Bakurê Iraqê ye, kir. Hêzên ewlehiyê bersiv dan êrîşê û di navbera hêzên ewlehiyê û PKKyiyan da pevçûn derket û leşkerek giran birîndar bû.
Leşker bi firokeyê va rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, lê xelas nebû û şehît ket.
Ji bo terorîstên ku revîn operasyona bejahî û esmanî dan destpêkirin.