29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li herêmê hewaya herî sar bi şev di bin sifirê de 23 pileyî va li Agiriyê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê hat hildan, tê texmînkirin ku li bakurê Erziromê û der û dora Erdexanê ji êvarê pêva berfê bibare. Li giştiyê herêmê cemedê çêbibe, dibe ku serê sibê û bi şev cî bi cî mij û dûman jî çêbe.
Li herêmê germa hewayê di bin sifirê de herî kêm li Agiriyê 23 pile, li Erziromê 20 pile, Qersê 18 pile, li Erdexanê 17 pile, li Îdirê 12 pile, li Ezirganê 7 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê wê di bin sifirê de nava rojê herî zêde li Erziromê 8 pile, li Qers û Erdexanê di bin sifrê da 10 pile, li Agiriyê di bin sifrê da 9 pile, li Erzingan û Îdirê jî di bin sifrê da 5 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 100 santêm, li Erziromê 50 santêm, li Qersê 34 santêm, li Îdirê 22 santêm, li Erdexanê 24 santêm, li Erzinganê santêmek hat pîvandin.
Rayedaran welatî hişyar kirin ku li hemberî serma, cemed, bûsî û mijê baldar û bitevdîr bin.