29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
ANKARA
Berdevkê Partiya HDPê û Parlementerê Qersê Ayhan Bîlgen di çarçoveya lêpirsîna der heqê wî da li Diyarbekirê hatibû vekirin da ji bo îfadedayînê li Enqereyê hat binçavkirin.
Li Diyarbekir der barê Bîlgen da doz hatibû vekirin û ji bo îfadedayînê ji navnîşana wî ra teblîxata îfadedayînê hatibû şandin lê digel vê Bîlgen îfade neda û li ser vê jî der heqê wî da ji bo îfade bide biryara "bi zorê bînin" hat derxistin. Li ser vê biryarê jî Bîlgen li Enqereyê hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê birêva dibe da ji bo îfadedayînê ji Bîlgen ra teblîxat hat şandin. Bîlgen ji ber ku neçûbû îfade dayînê îro li Balafirgeha Esenbogayê hat binçavkirin.
Piştî muameleyên Fermî wê Bîlgen bibin Diyarbekirê.