Muhammet Kurşun
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
KONYA
Li 34 wîlayetan ku navend Konya ye di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de 47 ji wan eskerên muwezzef der heqê 70 kesî de ku "îmamtiya mehrem" ji FETOyê re kirine biryara binçavkirinê hat dayîn.
Lêpirsîna Serdozgeriya Konyayê li ser FETOyê didome. Di vê çarçoveyê de ji bo 70 kesên ku 47 ji wan li ser wezîfeyê ne bi sûcdariya ku îmamtiya mehrem a rêxistina terorî FETOyê kirine biryara binçavkirinê hat dayîn. Ji wan 47 kes muwezzef in û 23 jî ji eskeriyê hatine îxrackirin.
Ji bo desteserkirina gumanbaran li 34 bajaran operasyona hemdemî hat kirin.
Gumanbar zêdetir li Fermandeyiya Bejahî û Behrevaniyê wezîfedar bûne.