07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
VAN
Şûna Şaredar Celalettîn Bartuyê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de li Çatakê hat binçavkirin Qaymeqam Haci Asim Akgul wekî "Wekîlê Şaredar" hat peywirdarkirin.
Piştî ku Bartuyê ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve tê kirin de hatibû binçavkirin hat girtin Qaymeqam Akgulê ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve wekî "Wekîlê Şaredar" hat peywirdarkirin dest bi peywirê kir.
Akgul bi xebatkarên şaredariyê re hat bal hev û di axaftina xwe ya wir de got ku ji bo xweşikbûn û pêşketina navçeyê dê bi hev re bixebitin.
Akgul got "Peywira me ew e ku em ji bo welêt û gelê xwe xizmeta herî baş bikin û welatiyên xwe memnûn bikin" û wiha axivî: "Ji bo ku navçeya me xweşik bibe û pêş bikeve em ê sînorên derfetên xwe bidin zorê. Ez dixwazim diyar bikim ku ezê di xizmeta şaredariyê de tu kêmasiyê qebûl nekim. Beriya niha hûn çawa dixebitiyan nizanim lê ji îro pê ve her kes dê ji berê bêtir bixebite. Em ê bibin layiqê peywira ku dewleta me daye me û ji bo gelê xwe bêtir bixebitin û berhedar bibin."