VAN
Li Çataka navçeya Wanê zozanî piştî ku berf barî dest bi vegera ji zozanan kirin. Zozanî tevî keriyên pêz û hêstirên ku eşya û alavên xwe lê kirine, di nav berfê de ketin ser rêya vegerê.
Zozaniyên ku di mehên havînê de çûne zozanan, ji ber şert û mercên zivistanê yên dijwar dest bi vegerê kirin.
Di rêya vegerê de zozanî ji ber şert û mercên dijwar zehmetiyê dikşînin.
Zozaniyê ji gundê Boyûnpinarê Mehmet Gultepe daxuyanî da nûçegihana AAyê û destnîşan kir ku 2 roj bi rê de mane û gelek zor û zehmetî dîtine û wiha got: "Bi rojan di nav ba û bagerê de me têkoşîn da. Ji bilî vê me li dijî heywanên dirinde jî tekoşîn da ku em keriyê pêz ji wan biparêzin. Piştî ku berf barî em ketin ser rêya vegerê."