Türkan Tosun
18 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
TUNCELÎ
Li Tunceliyê 115 rêyên gundan yên ku ji ber berf û bagerê hatibûn girtin, piştî xebatan hatin vekirin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Nazîf Yildirim ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li Tunceliyê di 14 û 15ê çileya paşîn berfeke zêde barî û rêya 115 gundan hat girtin.
Yildirim got ku piştî vê ji bo ku rê bên vekirin xebatan dest pê kir û wiha axivî: "7 tîmên me yên berfê paqij dikin rêya 115 gundan vekirin. Ji îro pê ve hemû rê hatin vekirin. Xebatkarên me niha dixebitin ku rêyan firehtir bikin."