27 Îlon 2018•Rojanekirin: 27 Îlon 2018
TUNCELİ
Hat ragihandin ku li devera çiyayî ya Mazgirta navçeya Tunceliyê di operasyonê da 2 terorîstên ku amadehiya êrîşê dikirin, hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Tunceliyê li devera çiyayî ya navçeya Mazgirtê tîmên cendirmeyên harekata taybet (JOH) ên Fermandariya Cendirmeya Bajêr, li dijî terorîstan operasyon kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di operasyonê da 2 mensûbên rêxistina terorê ya cudakar ku li gor tesbîtê amadehiya çalakiyê dikirin, bi destê JOHan hatin berterefkirin, li herêmê operasyon dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku xebatên ji bo dîtin û berterefkirina unsûrên terorîst, bi ezm û biryardarî dewam dikin.