Haydar Şahin
27 Îlon 2018•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2018
AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê bi merasimê dest bi dayîna xaza siruştî ya ewil kirin.
Wekîlê Şaredar û Qaymeqamê Bazîdê Zafer Engîn di merasima li navenda navçeyê hat lidarxistin da axivî û diyar kir ku bi xaza siruştî navçeyê bigihîje hewaya temîz.
Engîn destnîşan kir ku bi veberhênanên tên kirin va Bazîd digihîje standardên rojavayê û wiha pê da çû:
"Bi dayîna xaza siruştî va Bazîd ew ê zivistanê bigihîje hewaya temîz. Welatiyên me wê êdî bi çavkaniya germbûnê ya tenduristî û ekonomîk nas bikin û ji nîmetên dinyaya modern îstifade bikin. Ji gelê me ra bi xêr be."
Midûrê Şirketa AKSA Agirî ya Xaza Siruştî Engîn Yazici jî diyar kir ku hetanî nika hezar û 300 kesî ji bo abonetiyê serî lê xist, di mehên pêşiya me da hêviya wan ew e ku hjemara aboneyan derkeve 3 hezarî.
Serdozgerê Komarê Îdrîs Gultekîn, Midûrê Ewlekariya Navçeyê Harun Selîm Budak, Osman Guneşê Wekîlê Serokê Navçeyê yê AK Partiyê, Mehmet Ertugrulê Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a AK Partiyê jî beşdarî merasimê bûn.