16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 17 Nîsan 2017
VAN
Li Muradiyeya navçeya Wanê der barê êrîşa ku terorîstên PKKyî biribûn ser konvoya Îbrahîm Vanliyê Serokê Navçeyê yê AK Partiyê da 17 kes hatin binçavkirin.
Terorîstên PKKyê bi tifingan êrîşî konvoya ku ji 2 wesaîtan pêk dihat kiribûn, di êrîşê da Adnan Vanliyê gundparêz ên biraziyê Vanli hatibû şehîdkirin û kesek jî birîndar ketibû, lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.
Di çarçoveya lêpirsînê da operasyon hat kirin û 17 şikbar hatin binçavkirin.
Ji bo karûbarên îfadehildanê şikbar birin ewlekariyê.