İbrahim Atmaca
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: " (Nîqaşên ser benda 121emîn a BHQya ku hejmara wê 696 e) Li meydanê sûcek tuneye ku were efûkirin. Kesên ku ji vê ra dibêjin efû ew kes in ku ji ber serneketina derbeyê li ber xwe dikevin. Ev kes hezjêkerê derbeyê ne. Kesên ku derbekaran îtham dikin û dibêjin 'tu çima bi ser neketî' ne."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag ji bona nîqaşên li ser benda 121yemîn ya BHQya bi jimara 696 wiha got: "Ev verastkirin verastkirineke sergirtî nîne, verastkirineke eşkere ye. Hewcedarî bi verastkirineke nû jî tuneye. Kî ku bêje ev sererastkirina ji bo 15ê Tîmehê û dema piştî 16ê tîrmehê hatiye kirin, bi eşkeretî dibêjim, yan ev xalan bi rastî nexwendine yan ku bêje 'min ev xalan bi baldarî xwendin' jî ew ji xwendina xwe tiştekî fehm nake."
Bozdag: "Nîqaşên ser benda 121emîn a BHQya ku hejmara wê 696 e) Li gor qanûnê 15ê Tîrmehê him hewildana derbeyê ye him jî heta ku hewildana derbeyê kuta bibe terorîstên ku tevî hewildana derbeyê bûne her kiriyareke wan wekî çalakiya terorê ye. Li ser herduyan disekine. An na çalakiyên terorê cuda, hewildana derbeyê cuda nanirxîne."
Bozdag ji bona nîqaşên li ser benda 121yemîn ya BHQya bi jimara 696 wiha got: "Heger ev wek femnekirina tişta ku hatiye xwendin neyê nirxandin ji xeynî şîroveyên qestî û niyeta xirab tiştekî din nîne. Ev sererastkirina der barê mijarên beriya 15ê Tîrmehê da nîne û bi heman awayî der barê mijarên piştî 16ê tîrmehê da jî nîne."
Bozdag: (Rexneyên li sert BHQan yên ku gava meclis di tetîlê de ye derdikevin) Kes nikare bibêje 'Hikûmet divê rojên sêşem, çarşem û pênşemê ku meclis dixebite qerarnameyan derxe, rojên din dernexe.' Ev gotin, gotineke xelet e. Tu wext ji derketina qerarnameyê re tune ye. Eger hewcedarî hebe, hindî OHAL didome, hikûmet dikare qerarnameyên BHQê derbixe."