İbrahim Atmaca
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
IGDIR
Li Îdirê li Zozanê Serdanbulakê ku 2 hezar raqim bilind e, birûskê 74 mîh mirar kirin.
Li zozanê ku aliyê Aralika navçeya Îdirê ye, 2 birên pez ên Mahmut Bîter li herêmê ji ber baranê civiyan.
Birûskê li birên pez da û 74 mîh mirar kirin. Şivan Saddam Aras ji ber ku xwe siparte binê zinaran, birûskê jê negirt û tiştek pê nehat.
Rêncber Yusuf Sure daxuyanî da û got ku ew ji ber tavî û teyrokê mehsûr man û wiha dewam kir: "Birûskê li bira pez da. Şivan ketibû binê zinaran, heke na birûskê li wî jî bida. 74 mîh mirar bûn, zirara me pir zêde ye."