25 Tebax 2016•Rojanekirin: 26 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Îdianameya 303 rûpelî ya ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê qîza Fatma Arşîmed a endama Meclisa Şaredariya Kayapinarê jî di nav da 7 jê girtî 12 bersûcên endamên qaşo "Yekîneyên Parastina Xas" (YPX) a PKKya rêxistina terorê ne amade kir ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn va hat qebûlkirin.
Di îdianameyê da hat gotin ku wezîfeya YPXya ji hêla PKKê va hatiye avakirin dema biryarên çalakiyên di cih da tên dayîn li navendên bajaran êrîşên sansasyonel li dar bixe.
Hat gotin ku PKKê telîmat daye wan kesên beriya beşdarî çalakiyên dereqanûnî yên li navendên bajêr û navçeyan tên lidarxistin bibin bila ji nexweşxaneyê fîşê dorê bistînin û ji bo rêxistinê di hilbajirtana çalakvan da zanîna wî/wê ya jiyana bajêr û adaptasyon jî xisûseke girîng e.
- Bi saya şifreyan xeber didin
Di îdianameyê tê destnîşankirin ku gumanbar ji bo nekevin ber teqîbata teknîkî bi saya şifrayan xeber didin. Endamên rêxistinê di çalakiyên li dijî hêzên ewlehiyê da ji çekên ku di êrîşê da tê emilandin da "wê", ji melzemeyên ku di çêkirina teqemeniyan da tên emilandin ra "asît", ji çekan ra "emanet" û ji endamên li çiyê ra jî "zarok" dibêjin.
- Ji bo deşifre nebin 12 wesaît guherandine
Di îdianamayê da tê gotin ku hin gumanbar ji bo nehêlin çalakiyên PKK/KCKyê deşifre bibin 12 wesaît guherandine û ev jî di xeberdana wan da derdikeve holê.
Di xeberdanan da tê dîtin ku telîmatê didin ku endamên rêxistinê li nexweşxaneyan fîşê bibirin û ji bo nîşan bidin ku tevlî çalakiyan nebûne fîşê muayeneyê nîşanî hêzên ewlehiyê bidin.