02 Tebax 2016•Rojanekirin: 03 Tebax 2016
TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di civîna Grûba Meclisê ya partiya xwe da axivî û li ser rojevê daxuyanî da.
Yildirim diyar kir, hewla derba xayîn a 15ê tîrmehê hem di nav dewletê da hem di nav gel da bû sedema birîn û texrîbatê, ji bo başkirinê ew wek Grûba Meclisê û wek hikûmet hewl didin. Yildirim bi bîr xist ku ji destpêka derbeyê pê va dozger li çar aliyê welêt ketin dewrê û hiqûqê rewş şopand.
Yildirim got, "Di vê pêvajoyê da astengî neketiye nav birêvebirina aboriyê û pirsgirêkeke piçûk jî derneketiye" û wiha dewam kir: "Milletê tirk ê qehreman wek her mijarê, di mijara aboriyê da jî wezîfeya xwe kiriye, ji destpêka roja derbê heta niha 11 milyar dolar perê xwe hûr kiriye û piştgirî daye aboriya tirk. Weke ku tu tiştek neqewimîbe burokrasî ji destpêka wê rojê pê va bi hesasiyeteke tam xebata xwe dewam kiriye."
"Mitînga Demokrasî û Şehîdan" a ku wê li Yenîkapiyê were lidarxistin
Yildirim destnîşan kir ku di 7ê tebaxê roja yekşemê li Stenbolê "Mitînga Demokrasî û Şehîdan" wê were kirin û wiha dewam kir: "Emê wekî AK Partî digel hemû teşkîlatên xwe beşdarî mitînga ku di serokatiya Serokomarê me da dê bête lidarxistin bibin. Emê anegorî banga brêz Serokomarê me li Yenîkapiyê amade bin. Emê li Yenîkapiyê gewretirîn mitînga dîrok û demokrasiya me li dar bixin."
Yildirim banga Serokomar Erdogan a ji bo serkirdeyên partiyên siyasî dubare kir û wiha got, "Roj, roja yekîtî û desthevgirtinê ye. Ji ber hindê ez serkirdeyê CHPyê, serkirdeyê MHPyê û dildarên partiyan vedixwînim vê hevdîtina mezin."
"Dewleta me jî miletê me jî ji kendalekî filitîn"
Yildirim got, "Emê vê rêxistina xaîn û rêxistina terorê ya cudaxwaz, mîna jêkirina bi jilêtê, rehên wan ji vê axa pîroz qut bikin" û wiha pê da çû:
"Me bi biryareke mezin li hemberî van rêxistinan tevdîr wergirtin da ku ev rêxistin hem li hundir û hem jî li derva zirarê nedin Tirkiyê. Em li ser van tevdîrên xwe berdewam in jî. Di 15ê Tîrmehê da Tirkiyê bi gotineke di cî da ji kendalekî filitiye. Heger 15ê Tîrmehê bi ser biketa, îro ne makezagonê hebûya, ne hiqûq û ne jî Meclisa Xazî dê hebûna. Dewleta me jî miletê me jî ji kendalekî filitîne."
'Me hêlîna xayînan girt'
Serokwezîr Bînalî Yildirim diyar kir ku bi Biyarnameya di Hikmê Qanûnê (BHQ) da dest bi paqijiya xayînan kir û wiha got: "Me 35 saziyên tenduristiyê, hezar û 45 saziyên perwerdeyê, 104 weqf û hezar û 125 komele, 15 zanîngeh, 29 sendîqe, federasyon û konfederasyonên ku têkiliya wan bi FETO/PDYê ra hene girt, yanî me hêlîna sîxur û xayînan girt. Me di saziyên dewletê da jî paqijeke wisa da destpêkirin û em dewam dikin. Dîsa me di darazê da jî eva xaşxaşiyan yek yek tesbît kir û ji kar diavêjin."
'Guherînê hêzên me yên çekdar ji berê xurttir bikin'
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku bi BHQê va paqijiya herî mezin û bingeh li Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê da kirin û wiha axivî:
"Ez carekê dîsa balê dikişînim ku eva paqiya ew ê Hêzên me Yên Çekdar zeyîf nexe, ew ê hêzên me xurt bike, li dijî tehdîdan ji berê zêdetir amade bike. Lewra li dinyayê şiklên tehdîdan diguhere, girîngiya wan diguhere, li dijî van tehdîdên ku diguherin ên berwext, demeke kin û demeke dirêj hêzên xwe yên çekdar ji nûva rêxistinî bikin û amade bikin. Hêzên çekdar ew ê hemû hêza xwe ji bo karên xwe yên eslî xerc bike û ev jî ji bo pêşeroja me, ewlekariya welêt û herêmê zehf girîng e."
- "Yek derbekar jî ne Ataturkî ye"
Yildirim got ku her derbe û hewldana derbeyê di serî de zirarê dide bîranîna Mustafa Kemal û Meclisa Gel û wiha axivî: "Yek derbekar jî ne Ataturkî ye, ne Kemalîst e, ne endamekî Hêzên Çekdar ên Tirkan e, heta wisa ku ne ji vî welatî ye."
- "Mektebên herbê wê dîsa dewam bikin"
Serokwezîr Yildirim got ku dibêjin mektebên herbê hatin girtin, lê ev ne rast e û wiha dewam kir: "Mektebên herbê wê dîsa dewam bikin. Ya ku me kir ev e; me lîseyên leşkerî girt, êdî her kes çawa ku dikare ji hemû lîseyan dikeve zanîngehê, wê bikaribe ji lîseyên pîşeyan, lîseyên îmam xetîban, lîseyên duz bikeve mektebên herbê jî. Her yek ewladê welêt yê ku ezmun qezenc kiriye wê bikaribe li vî saziya bişeref wezîfeyê bike. Me astengiyên li ber ketina van mekteban ji holê rakir."