02 Tebax 2016•Rojanekirin: 05 Tebax 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê navê kesên ku li Stenbolê di protestoyên şeva teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da şehîd ketin, dan 4 parkan.
Şaredariya Halîliyeyê, piştî hewla derbeyê civîna derasayî ya meclisê li dar xistibû û di civînê da biryar dabûn ku navê şehîdên demokrasiyê bidine 4 parkên li Şanliurfayê.
Di çarçoveya biryarê da navê Şehîd Mustafa Dîreklî bi merasimekê dan parka li Taxa Veysel Karanî.
Walî Gungor Azîm Tunayê ku di çaçroveya merasimê da axivî, ji bo vê biryara watedar şaredariyê pîroz kir.
Tûna wiha axivî: "Berî her tiştî ji bo vê biryara watedar Şaredariya Halîliyeyê pîroz dikim. Di vê mijara hesas da ew jî hesas tevgeriyan û navê şehîdên me li parkan kirin. Ev hesteke xweş e."
Serokê Şaredariya Halîliyeyê Fevzî Demîrkol jî got ku gelê Şanliurfayê ji dil û can li demokrasiyê xwedî derket.
Di çarçoveya biryarê da navê Şehîd Îbrahîm Halîl Yildirim dan parka li Taxa Devteştî, navê Şefîk Şefkatlîoglu dan parka li Taxa Karşiyakayê, navê Şehîd Ûmît Yolcu dan parka li Taxa Suleymaniyeyê.