05 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Seferên Rêhewayên Tirkan ên di navbera Hewlêr û Gazîentabê da îro dest pê dikin.
Li gor daxuyaniya Mişawirtiya Çapemeniyê ya Rêhewayên Tirkan seferên ku wê ji Gazîentabê ber bi Hewlêrê va bên kirin dest pê kirin.
Rêwiyên Rêhewayên Tirkan wê ji Gazîentabê tevî bacê bi 105 dolarî herin Hewlêrê û di navbera Gazîentab-Hewlêr-Gazîentabê da tevî bacê bi bihayên ku ji 178 dolarî dest pê dike, herin û bizivirin.