Türkan Tosun
08 Tebax 2018•Rojanekirin: 08 Tebax 2018
SÊRT
Midûriya Bajêr a Çand û Turîzmê ya Sêrtê di çarçoveya "Projeya Mîrata Çanda Şênber û Razber û Hebûnên Siruştî ya Sêrtê" de wê mîrata çandî ya bajêr berhev û qeyd bike.
Midûrê Bajêr ê Çand û Turîzmê Remzî Uslu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand wan "Projeya Mîrata Çanda Şênber û Razber û Hebûnên Siruştî ya Sêrtê" pêşkêşî Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA) kiriye û proje hatiye qebûlkirin.
Uslu got bi vê projeyê va dewlemendiya çanda bajêr wê derkeve holê û wiha axivî: "Armanca projeya me ew e ku mîrata çandî ya bajarê me bigihêjin nifşên nû. Em hewl didin ji bo projeyên din ên çandî û turîstîk ên ji bo bajêr bên kirin bingehekê ava bikin. Di vê çarçoveyê de mîrata çanda şênber û razber û hebûnên siruştî yên bajêr wê bên qeydkirin."
Hîndekarê Zanîngeha Mardîn Artukluyê Zekaî Erdal wê xebatên projeyê bimeşîne.
Ji Zanîngehên Sêrt, Dîcle û Egeyê akademîsyen, ji Midûriya Muzeya Batmanê û hin saziyên kamuyê jî wê hin pispor beşdarî projeyê bibin.
Uslu got pispor wê wekî 3 koman bixebitin û wiha axivî: "Heke li erazî hebûnên siruştî û çandî yên bajêr bêne dîtin qeyda wan a wêne, dîmen, vîdeo û dronê, kordînatên wan ên GPSê wê bi awayekî nivîskî û dîmenkî bêne girtin. Evê wekî belge bên amadekirin. Paşê hemû dane wê li ofisa xebatê bêne berhevkirin. Ev proje ji bo turîzma bajarê me bi qîmet e."
Uslu got bihayê projeyê 811 hezar lire ye, ji sedî 75ê wê ji hêla DÎKAyê yê mayî jî ji hêla Îdareya Taybet a Bajêr ve tê dayîn.