26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
MUGLA
Di çarçoveya jêpirsîna der barê hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da Rojnameger Nazli Ilicak a ku der heqê wê da biryara binçavkirinê hebû li Bodrûmê hat qefaltin.
Li gor agahiyên hatin hildan ekîbên polêsan di têketina Taxa Torbaliyê da wesayîta Ilicaka ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê wê da biryara qedaltinê dabû dan sekinandin.
Ilicak li wê derê hat binçavkirin û ji bo muameleyên fermî birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Bodrumê û ji wir jî ji bo kontrola sihetê di bin tewdîrên berfireh da birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrumê.Polêsan destûr neda Ilicaka ku hewl da pirsên rojnamegeran bibersivîne.
Piştî kontrolê Ilicak careke din birin miduriyeta ewlehiyê ya navçeyê û hat hînbûn ku wê sewqî Stenbolê bê kirin.