Türkan Tosun
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
SÎÎRT
Li Bayraktepeya gundê Sêrtê 23 sal berê di 17ê mijdarê de dergûşek û 2 zarok jî di nav de tevahî 11 kes ji hêla endamên PKKa rêxistina terorî va hatin kuştin. Êşa vê qetlîamê wek roja ewil hê dewam dike û bûyer ji hişê mirovan dernakeve.
Di 17ê mijdara sala 1994an de li der û dora gundê Bayraktepeyê bi çekên giran va hat dorpeçkirin û 11 kes hatin kuştin ku yek ji wan jî Şukriye Şehîtoglu bû.
Neviyên wê dema mirina wê tînin bîra xwe ji aliyekî va li ber xwe dikevin, ji aliyê din jî ji ber qehremaniya wê serfiraz dibin.
Îsmaîl Şehîtogluyê Serokê Komeleya Sehît û Xaziyên Gundparêz ên Sêrtê yê ku neviyê Şukriye Şehîtoglu ye bi birayên xwe ve çû Goristana Bayraktepeyê û ji bo miriyan dia kir.
Şehîtoglu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku pirka wî Şukriye Şehîtoglu û derguşekî 45 rojî yê bi navê Mehmet Kaymaz jî di nav de 11 kes bi hovane hatine kuştin û wiha axivî: "Dibêjin em gelê kurd diparêzin, em nênerên wan in. Lê êrişên bi vî rengî va nîşanî her kesî didin ku ev dereweke çi qas mezin e. Çi kirin? Hatin li ser navê kurdbûnê van welatiyên me yên kurd kuştin, şehîd kirin."
Şehîtoglu got ew ji ber qehremaniya pirîka xwe serfiraz e û ne PKKa rêxistina terorî û ne jî şaxên wê tu caran wê nebin nûnerên kurdan.