Semih Erdoğdu
29 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2025
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku weke tedbîreke demkî Şaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku Şaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji aliyê 5emîn Dadgeha Cezayê giran a Diyarbekir va ji sûcê endamtiya PKK/KCKya rêxistinê 6 sal û 3 meh cezayê hebsê xwariye.
Di daxuyaniyê da wiha jî hat gotin:
"Pabend bi madeya 127emîn a Destûrê û madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393ê, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî va weke tedbîreke demkî ji kar hat dûrxistin. Pabend bi maddeyên 45 û 46 ên Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393ê jî Waliyê Sêrtê Dr. Kemal Kizilkaya weke Wekîlserokê Şaredariyê hat wezîfedarkirin."