25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
HAKKARÎ
Çek û amûrên di du operasyonên li Çûkûrcaya navçeya Hekariyê hatin bidestxistin nîşanî çapemeniyê dan.
Di du operasyonên ku li dijî PKKya rêxistina terorê yek jê ji 30yê tebaxê heta 30yê îlonê dewam kir û yek jî di 4ê cotmehê da dest pê kir da belgeyên rêxistinî, amûrên ji bo jiyanê û çekên wek doçka, bîksî, keleş û kanas hatibûn bidestxistin.
Hat ragihandin ku di operasyonan da 337 terorîst hatine kuştin û çek û amûrên hatibûn bidestxistin jî li Fermandariya Lîvaya Hidûdê 2yemîn nîşanî çapemeniyê hatin dayîn.
Qeymeqamê Çûkûrcayê Mehmet Mut, Fermandarê Lîvaya Hidûdê 2yemîn Tuxgeneral Bahtiyar Ersay, Serdozgerê Komarê yê Çûkûrcayê Halîl Îbrahîm Surmelî, Midûrê Ewlehiyê yê Navçeyê Abdullah Tomar û Fermanderê Cendermeyan ê Navçeyê Serbaz Mehmet Ugur Abaci jî li çek û amûran mêze kirin û ji rayedarên eskerî agahî hildan.