08 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Tebax 2017
ANKARA
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş got, "Ji bo berjewendiyên siyasî meriv rabe bi tundî û terorê qala welatekî din an jî welatê xwe bike kêrî tu tiştî nayê. Ev ê kêrî rêxistinên terorê yên xundar bê. Ya rastî teror bi propagandayên wiha va digihêje mirazê xwe."
Kurtulmuş li ser hevpeyvînên ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Hevserokê Partiya Keskparêzan a Almanyayê Cem Ozdemir kiribûn daxuyaniya nivîskî da.
Kurtulmuş got hevpeyvîna ku Kilidaroglu bi kovara "Focus"ê ra kir û daxuyaniya ku Ozdemir da rojnameya "B.Z. Berlînê" û hin xeberên bi meqsed ên ku di medyayê da hatin weşandin poçika wê kampanyayê ye li dijî Tirkiyeyê ne û wiha pê da çû:
"Ji bo berjewendiyên siyasî meriv rabe bi tundî û terorê qala welatekî din an jî welatê xwe bike kêrî tu tiştî nayê. Ev ê kêrî rêxistinên terorê yên xundar bê. Ya rastî teror bi propagandayên wiha va digihêje mirazê xwe. Dibê her kes vê bizanibe ku Berlîn, Londra, Parîs û Washington çiqasî ewledar in Stenbol, Antalya, Îzmir û Qonya jî ewqasî ewledar in."