Nihat Kavşut
08 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
MEDELLIN
Li Kolombiyayê Mihrîcana Kulîlkan a Medellinê bi dawî bû.
Li bajarê Medellinê îsal cara 60emîn Mihrîcana Kulîlkan a Medellinê hat lidarxistin û di roja dawîn da li ser Bulwara Guyabalê bi merasima meşê mihrîcan bi dawî bû.
Di bernameya meşê da zarokên gundiyan selikên bi kulîlkên curbecur hatine amadekirin dan pişta xwe û ji bulwarê derbas bûn. Peyra jî ji 500î zêdetir gundiyên selikên kulîlkan yê 120 kîloyî dan pişta xwe û qederê 2 kîlomêtro meşiyan.
Bi hezaran kesên ji Kolombiyayê eleqeyeke mezin nîşanî mihrîcanê dan.
Mihrîcana Kulîlkan a Medellinê di sala 1957an da bi 23 kulîlkfiroşên li gundê Santa Elenaya li rojhilatê Medellînê meşiyan dest pê kir. Mihrîcan pêşiyê di meha gulanê da dihat lidarxistin, lê di sala 1968an da ji bo bibîranîna Şerê Boyacayê ku di pêvajoya serxwebûna Kolombiya û Amerîkaya Başûr da girîng e di meha tebaxê da tê pîrozkirin. 7ê tebaxê di heman demê da wek Roja Artêşê li Kolombiyayê tê pîrozkirin.