15 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
TRABZON
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soyluyê ku ji bo ziyaret û têkiliyan li bajarê xwe Trabzonê ye beşdarî bernameya pîrozkirina cejnê ya li Lîseya Îmam Xetîbê ya Trabzonê bû.
Soylu bi welatiyan re sohbet kir û cejna wan pîroz kir û di axaftina xwe ya wir de got ku "Baweriya me dibêje ku bêhêvîbûn ji şêytên e. Ji ber wê jî hêvî yek ji pêngavên herî girîng ên dahatûya me ye. Cejn yek ji wextên herî girîng ên ku şaristaniya me û nirxên me tên tesîskirin e."
Soylu qala ziyaretên xwe yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yên piştî ku bû Wezîrê Karên Navxweyî kir û wiha axivî:
"Erdnîgariya mezin a li dora me ji yekîtiya me, bihevrebûna me, nirxên me, ji hemû kodên merhamet û şefqetê di nav hêviyên mezin de ne. Em ne ji bo xwe dewlemendiyê dixwazin. Jixwe em xwe jî jê diparêzin. Em dixwazin ku balafira me, peyka me ya îstixbarata neteweyî û erebaya me hebe. Em duh bi herekatvanên taybet re bûn. Min ev gote wan. Hûn ê pîşeya xwe ew qas baş bi cî bînin ku kesên li dinyayê dê bizanibin ku herî baş ewladên vî welatê vê yekê dikin. Em duh jî li Wanê bi wan zarokên xwe yên ku balafirên bêmirov bi kar tînin re bûn. Her yek ji wan ronî didan, nûr û eqila di rûyê wan de xuya dikir. Gotin ku 'Wezîrê me em ev tam 10 roj in ku 2 saet tenê radizên lê em ji heqê terorê jî tên der, qet meraq nekin, bila çavê we nemîne li paş.' Em derketin ser Çiyayê Tendurekê, bi qasî 5 hezar metroyî em dişopandin. Teknolojî û derfetên fizîk û eqilê bi awayekî herî baş bi kar tînin. Em divê ji bo ku welatê me bigihêje hurriyet, azadî û nirxên xwe divê di heman biryardariyê de bin. Dê hewl bidin ku me ji hev veqetînin, divê em bi tu awayî nekevin nav vê dafikê. Dewlemendiya me ya herî mezin dewlemendiyên me yên li vî welatê ne."
- "Em eskerên vê artêş û gelê ne"
Soylu destnîşan kir ew kesên hewl didin ku pişta Tirkiyeyê bişkînin dê bi ser nekevin û wiha axivî:
"Ev dê rojek PKK, rojek FETO, rojek jî DAEŞ be. Rojekî dê yê din bixe dewrê û rojek têrî neke dê her yek ji wan bixe lîstikê. Min wê rojê li cihekî qise kir. Temel li eskeriyê ye, fermandarê wî dibêje ku 'Dijmin hat pêşiya te, tu dê çi bikî?' Ew jî dibêje ku ' Ez ê midaxale bikim'. Fermandar dibêje 'Ji rastê te bê tu dê çi bikî?' Dibêje ku 'Ez ê demildest midaxale bikim.' Fermandar dibêje ku 'Baş ê lê dema ku ji pişta te ve hat tu dê çi bikî?'.Temel jî dibêje ku 'Fermandarê min ji bilî min eskerê vê artêşê tunin?' Em eskerên vê artêş û gelê ne. Em bêyî ku li paş û pêşiya xwe, li rast û çepa xwe binêrin bi wêrekî em ê hemû bi hev re bigihêjin hedefên xwe yên 2013, 2053 û 2071an. Ez dixwazim ku car din bibêjim ku em di vê mijarê de biryardar in."
- "PKK dê bedêla vê yekê bide"
Soylu der heqê di encama êrîşa çekdarî de kuştina Ahmet Budakê ku di Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya 1ê sermawezê de li Hekariyê ji AK Partiyê bû namzed de ev nirxandin kir:
"Terora PKKê îro hevalekî me yê biqîmet ji nav me sitand. Divê tu bizanibî ku tu dê bedêla vê yekê bidî. Îro dijî ewladekî me yê ku li Hekariyê ji rêza 1emîn bû namzedê me yê parlementeriyê, dema ez bûm serokê teşkîlatê min got ku 'Ahmet Beg tu dê vir têkoşînê bidî' got ku 'Ser serê min. Ez ê mirina xwe jî bidim pêş çav û vê wezîfeyê bi cî bînim.' dafikeke xaîn hat vedan."
- "Wê çaxê ji mirov dipirsin ku te çima kiryarê 11ê îlonê li Efxanistanê dît û kuşt"
Soylu qala daxuyaniya Balyozxaneya DYAyê ya der heqê tayînkirina qeyyûmên ser şaredariyan de jî kir û diyar kir ku ev helwesteke ji hedê xwe zêdetir e û wiha axivî:
"Balyozek çi ye qaşo ji ber terorê rast nabîne ku dewlet û hikûmet li 28 şaredariyan wezîfedarkirinê bike. Baş e lê 'Wê çaxê ji mirov dipirsin ku te çima kiryarê 11ê îlonê li Efxanistanê dît û kuşt.' Derdê we çi bû, we ji bo çi kuşt? Hûn ji sibê heta êvarê dibêjin ku terora DAEŞê. Madem tu dijî terorê li hemû dinyayê îtifaqa dijî terorê nîşan didî tu îro çawa wêrekiyê didî teroa PKKê? Tiştên ku we şeva 15ê tîrmehê gotin hê ji di hişê me de ye. Me çendî salan dostanî kir û dev ji wê berneda. Niha hêviya me ji wê dewleta ku mitefîk ew e ku bi awayekî eşkere û vekirî der heqê wî kesê de hişyariya hewcedar bide. Ev gel bersiva hewcedar bide ew kesê ku vê helwesta ji hedê jor û ûqele nîşan da bide. Ev welêt divê mezin bifikirin. Divê mirovên wiha biçûk ên ku wiha biçûk difikirin ji xwe re nekin balyoz. Di ser de jî li welatekî wekî Tirkiyeyê yê ku erdnîgariya wî hêzdar e. Der heqê wî mirovê de bêtir kûr nebin, dibe ku tiştên din ji binî derkeve. Ji ber vê jî heviya me û ya gelê me ew e ku ev gotin paş ve bên sitandin û çi hewce bike bê kirin."