14 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
HAKKARÎ
Hat ragihandin ku li Altinsuya gundê Şemzînana navçeya Hekariyê û hin gomên wê ji bo 3 rojan qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku ji bo pêşîlêbirîna kirina sûcan, parastina pergala kamûyê û mafan li gor Qanûna Îdareya ًWîlayetê li gundê Altinsuyê û Dereboyî, Meydan û Eldeya gomên wê ji saet 15.00an pê va hetanî 3 rojan qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ketin û derketina gundê Altinsuyê û Dereboyî, Meydan û Eldeya gomên wê hatiye qedexekirin.