12 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2019
ANKARA
Terorîsta xebatkara tenduristiyê ya ku demekê tevlî PKKya rêxistina terorê bûbû, paşê revî û teslîmî hêzên ewlehiyê bû di îfadeya xwe da qala hovîtî û rûyê reş ê rêxistinê kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewle hilda hêzên ewlehiyê li hundir û dervayê welêt di operasyonên birin serî da zirareke mezin da PKKya rêxistina terorê. Rêxistina terorê ji bo tedawîkirina terorîstên di şer û pevçûnên li herêma Sûriyeyê da birîndar bûbûn jinike wezîfedara tenduristiyê revand.
Terorîsta jin a ku dema fersend kete dest ji rêxistinê reviya û teslîmî hêzên ewlehiyê bû û ji ber ewlehiyê navê wê nehat eşkerekirin got ku ew di tîrmeha sala 2013an da hat revandin û li şikefteke Iraqê hat hewandin.
Di îfadeya xwe da jinika terorîstê got ku ew di dema şikeftê da dima bû şahidê destdirêjiyê û dît ku terorîstên mêr, dest diavêjin yên jin. Wê ragihand ku wê bi tu awayî destûr neda û bi vê sayê jî tiştek nehat serê wê. Wê got ku terorîstên jin ên din ji ber ku ji yên mêr ditirsin li hemberî rewşê zêde newêribûn deng bikin.
Jinika terorîst destnîşan kir ku ew bi qasî 6 mehan li ber destê doxtorên Amerîka û Fransayî ma û paşê jî ji bo pratîkê şandin nexweşxaneyên herêmê.
"Terorîsta bihemle kuştin"
Terorîsta jin di îfadeya xwe da qala bûyerekê kir û got: "Dema ez li Nexweşxaneya Serêkaniyê dixebitîm ji min xwestin ku tehlîlên mensûbeke rêxistina PKKê ya jê fikar dikirin bi hemleye derxim. Di encama tehlîlan da derket ku jinik bi hemle ye û ew kuştin. Birin ku derê ez nizanim lê bi qasî min seh kir gotin ku yê mêr jî kuştine."
Di berdewamiya îfadeya xwe da jinika terorîst got: "Nexweşxaneya li Cindrêsê me li ser telîmata Amerîkayê vala kir û em derbasî nexweşxaneya navenda bajêr bûn. Ji me xwestin ku terorîstên di pevçûnan da birîndar bûne em li wir tedawî bikin."