ANKARA
Êrîşa li Durumluya Diyarbekirê ku endamên PKKya rêxistina terorê 15 ton teqemenî teqandin û 16 kes mirin û 23 kes birîndar bûn, cardin qetlîamên PKKyê yên sivîl anî rojevê.
Rêxistina ku ji xeynî xwe kesî qebûl nake qetlîamên sivîl ên herî mezin li dijî kurdan kiriye qaşo mafê kurdan diparêze û dixwaze azad bike.
PKK ji roja ku hatiye avakirin heya niha êrîşên xwe li dijî tevgerên kurdan ên bêçek kiriye. Rêxisin ji destpêkê va êrîşî rêxistinên wek "Kawa, Ozgurluk Yolu, DDKD, Rizgarî, Beş Parçacilar, KUK û Têkoşîn"ê kiriye.
PKKyê peyra ji bo balê bikşîne dest bi qetlîamên sivîl kir û di weşanên xwe da jî behsa van bûyeran kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir PKKyê heya niha van qetlîamên sivîl kirine:
- Qetlîama Pinarcikê (20ê Hezîrana 1987an): Endamên PKKyê êrîşî gundê Pinarcika Omerliya navçeya Mêrdînê kirin û 16 jê zarok, 6 jê jin 30 kes kuştin.
- Qetlîama Mezreya Çîftekavakê (21ê Îlona 1987an): Endamên PKKyê bi ser mezreya Çîftekavaka Guneyceya Şirnexê da girtin û 2 jê jinên ducanî, 5 jin û 4 jê zarok 11 kes kuştin.
- Qetlîama Mezreya Çobandereyê (10ê Cotmeha 1987an): Endamên Rêxistinê bi ser Çobandereya Şirnexê da girtin û 13 kes kuştin û 9 kes jî birîndar kirin.
- Qetlîama Mezreya Mîlanê (18ê Tebaxa 1987an): Rêxistina cihêxwaz li Mîlana Erûhê 25 sivîl kuşt.
- Qetlîama Mezreya Behmenînê (9ê Gulana 1987an): Endamên rêxistinê li Behmenîna Taşkoya Nisêbînê 8 jê zarok û 2 jê jin 11 kes kuştin.
- Qetlîama Haraberkê (8ê Tîrmeha 1987an): Endamên rêxistinê li Haraberka Anikliya Midyadê 7 jê zarok, 2 jê jin 9 kes kuştin.
- Qetlîama Peçenekê (8ê Tîrmeha 1987an): Endamên PKKyê bi ser Peçeneka Îdila Şirnexê da girtin û di nav da jin û zarok 16 kes kuştin.
- Şivan hatin kuştin (28ê Adara 1988an): Endamên rêxistinê êrîşî Yagizoymaka Şirnexê kirin û 9 şivan xeniqandin û îdia kirin ku şivan gundparêz in.
- Endezyar dan ber guleyan (21ê Adara 1990î): Endamên rêxistinê li Elazig-Kovancilarê rê birîn û 9 endezyar û karkerek kuştin.
- Qetlîama Çevriliyê (10ê Hezîrana 1990î): Endamên PKKyê li Çevrimliya Guçlukonaka Şirnexê êrîşî malên gundparêzan kirin û di êrîşê da 12 jê zarok, 7 jê jin û 4 jê gundparêz 27 kes kuştin.
- Qetlîama Mixazeya Çetînkayayê (25ê Kanûna 1991an): Endamên PKKyê li Bakirkoya Stenbolê bi molotofan êrîşî Mixazeya Çetînkayayê kirin û di şewata ku derket da 7 jê jin, kesek jê zarok 11 kes mirin.
- Qetlîama Pazarcikê (14ê Tîrmeha 1991an): Endamên PKKyê bi ser Pazarcik û Çaglayancerîta Meraşê da girtin û 9 kes kuştin.
- Qetlîama Midyadê (22yê tîmeha 1991î): Milîtanên PKKya rêxistina terorê li Midyada navçeya Mêrdînê êrîşî wesayîtên ku sivîl tê da bûn kirin, 19 welatî kuştin.
- Qelîama Cavizliyê (1ê cotmeha 1992yan): Terorîstên PKKyî di ser Cevizliya gundê Bidlîsê da girtin, 30 kesên ku di nav wan da jin û zarok jî hebûn kuştin.
- Qetlîama gundê Sekiyê (22yê hezîrana 1992yan): PKKyiyan li Sekiya gundê Gerçuşa navçeya Batmanê di ser mala 2 gundparêzan da girtin, 10 kesên ku di nav wan da zarok hene kuştin. Di nav zarokan da dergûşeke yekmehî jî hebû.
- Qetlîama gundê Yolaçê (27ê hezîrana 1992yan): Li Yolaça gundê Sîlwanê PKKyiyan di dema nimêja şebeqê da êrîşî mizgeftê kirin, 10 kes kuştin.
- Qetlîama Tetwanê (11ê hezîrana 1992yan): Milîtanên PKKyê li Tetwana navçeya Bidlîsê minibêsek dan sekinandin û 13 kesên di minibêsê da kuştin.
- Qetlîama Başbaxlarê (5ê tîrmeha 1993yan): Rêxistinê di ser Başbaxlara gundê Kemaliyeya navçeya Ezirganê da girtin, 33 kes kuştin û agir berî gund dan.
- Qetlîama Bîngolê (24ê gulana 1993yan): PKKyiyan rêya Bîngol-Elezîzê birîn otobêsên ku leşkerên bêunifîrma tê da bûn dan sekinandin û 33 leşkerên bêçek kuştin.
- Qetlîama Sunduzê (18ê tîrmeha 1993yan): Di êrîşa li ser Zozana Sunduzê ya li Baxçesaraya navçeya Wanê da 14ê wan zarok 24 kes hatin kuştin.
- Qetlîama Derinceyê (21ê cotmeha 1993yan) PKKyiyên ku êrîşî gundê Derinceyê kirin 24 kes kuştin û 7 kes jî birîndar kirin.
- Qetlîama Savurê (1ê rêbendana 1994an): PKKyiyan êrîşî Armancik û Akyureka gundên Savura navçeya Mêrdînê kirin, di êrîşê da 11ê wan zarok 21 kes kuştin.
- Rêwî dan ber guleyan (1ê rêbendana 1994an): PKKyiyên ku li Madena navçeya Elezîzê 2 otobêsên rêwiyan dan sekinandin nasname kontrol kirin û 8 kes dan ber guleyan.
- Qetlîama Hemzeliyê (1ê rêbendana 1995an): Terorîstan di ser Hemzeliya gundê Qulpa navçeya Diyarbekirê da girtin, 20 kesên ku di nav wan da jin, zarok, kal û pîr hene kuştin. Gelek kes jî birîndar ketin.
- Êrîşa Bazara Misrê (9ê tîrmeha 1998an): Dî teqîna ku li Bazara Misrê ya li Emînonuyê qewimî da 7 kes mirin, 121 kes jî birîndar bûn. PKKyiyên ku êrîş kiribûn hatin derdestkirin.
- Êrîşa Anafartayê (22yê gulana 2007an): Di êrîşa bi bombe ya li Bazara Anafaryatê ya li Enqereyê da 8ê wan tirk, yekê wan pakistanî bi tevahî 9 kes mirin, ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûn. Hat tesbîtkirin ku berpirsiyarê êrîşê Guven Akkuşê PKKyî ye.
- Qetlîama Gungorenê (27ê tîrmeha 2008an): Terorîstên PKKyî li Gungorena navçeya Stenbolê êrîşa bibombe kirin. 2 bombe di navbera 10 deqîqeyan da hatin teqandin, 5ê wan zarok 18 kes mirin û 154 kes jî birînda bûn.
- Bûyerên Kobanêyê (7ê cotmehê-2yê mijdarê 2014an): Alîgirên rêxistinê ji bo ku DAEŞê protesto bikin û alîkariyê bidin Kobanêyê derketin kuçe û kolanan û 31 kes kuştin.
- Qetlîama Gunvenparka Enqereyê (13ê adara 2016an): Terorîstên PKKyî bi wesayîta bombebarkirî va êrîşî rawestgehên otobêsê yên li Guvenparkê kirin, di êrîşê da 36 sivîl kuştin. Di êrîşa da 19ê wan rewşa wan giran 125 kes jî birîndar ketin.
- Êrîşa Mizgefta Mezin a Bursayê (27ê nîsana 2016an): Di hewşa Mizfegta mezin a Bursayê da êrîşkara xwekujiyê bombeya li ser xwe teqand, di êrîşê da kesek mir, 13 kes jî birîndar bûn.
news_share_descriptionsubscription_contact
